Barzanî wê îro bi şandeke ENKSê re bicive
Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda ENKSê ji Sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Pêşverû Ebdilhemîd Hec Derwîş, Sekreterê el-Partî Ebdilhekîm Beşar û Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma pêk tê.
Di civînê de wê derbarê kongreya sêyemîn ya ENKSê ku biryare di 13ê vê mehê de bê lidarxistin, kongreya Cenêv2 ku biryare di 22yê çileya sala 2014an bê lidarxistin û herwiha derbarê çarenivîsa Desteya Bilind a Kurd bêne gotûbêjkirin.
Rûdaw wê piştre zanyariyên zêdetir derbarê civîna navbera Barzanî û ENKSê de belav bike.
Rudaw
