NY: Esed di tawanên şer de berguman e
Navi Pillay duh di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku belgeyên komîteya navdewletî ya lêkolînan yên derbarê tawanên cengê li Sûriyê de didin xuyakirin ku destê Beşar Esed di van tawanan de heye.
Komîteya lêkolînana a ser Momîsyona Mafên Mirovan ve ku bi awayekî nehênî û serbixwe karê we bike, gotibû ku belge diyar dikin ku destê berpirsên herî bilind di rejîma Sûriyê de di van tawanan de hene, lê Beşar Esed binav nekiriye.
Lêkoleran lîsteyeke nehênî bi navên kesên berguman amade kiriye û radestî Navi Pillay kirine daku ew berguman bêne dadgehkirin.
Komîteya lêkolînan di 22yê tebaxa sala 2011an de hat avakirin, lê hikûmeta Sûriyê rê nade ku derbasî Sûriyê bibe.
Ew komîte di dema karê xwe de hevpeyvîn bi zêdetirî 1000 kesên pêwendîdar li Sûriyê û welatên derdorê re kiriye.
Rudaw
