DAÎŞê biryara dorpêçkirina Efrîn û Kobanî dide
Li gor nûçeya malpera Zeman el-Wesil a opozîsyona Sûriyê, “wîlayeta Helebê” ya DAÎŞê biryar da hemû navçeyên di bin kontrola YPGê de dorpêç bike.
Di biryara DAÎŞê de wiha hatiye gotin: “Ji ber ku PYDê û PKKê li navçeyên di bin kontrola xwe de piştgiriya rejîmê dike û ji ber ku ew xwarin û kelûpelên ku ji navçeyên me derbasî navçeyên wan dibin di şer de li dijî bi me bikar tînin, lewra me biryar da ku nabe bi ti awayekî xwarin, sûtemenî û derman derbasî wan navçeyan bibin”.
DAÎŞê herwiha diyar kir ku her tiştekî ku derbasî van navçeyan bibe dê were desteserkirin û kesê biryarê binpê bike wê were cezakirin.
DAÎŞê ragihand ku biryara wê li ser hemû navçeyên di bin kontrola PYDê de dimeşe û bi taybet herêma Efrîn û Kobanî
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku biryar wê di 7ê vê mehê de têkeve praktîkê.
Rudaw
