Li Sediyeyê 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Sediyeyê ragehandin ku, Duh du bombeyên vedayî li taxê Wehde ya li bajarokê Sediyeyê de hatine teqandin û di encam de 7 kes canê xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, 3 welatiyên Kurd yên ku, li Bexdayê dijîn di dema serdana xwe ya bo gundên devera Celewlayê de hatine refandin.
