• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistan çend kompaniyên petrolê xelat kir

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistan çend kompaniyên petrolê xelat kir
Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê çend kompaniyên ku, di warê petrolê de kar dikin xelat kir.

Duh li Hewlêrê di çarçoveya 3mîn konferansa enerjî ya Kurdistanê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî çendîn kompaniyên ku, li Kurdistanê de di warê dîtin û hêlbirîna petrolê de kar dikin xelat kir.

Yekemîn xelat pêşkêşî birêveberê kompaniya chevron hate kirin ku, sponserê sereke yê konferansa enerjî ya Kurdistanê bû.

Birêveberê kompaniya chevronê di dema wergirtina xelatê de peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember vê pêngava han diyar kir.

Pişt re Serokwezîrê Kurdistanê yekemîn xelat ya jînge parêzî pêşkêşî kompaniya talisman, xelatê girîngî dan bi civak jî pêşkêşî kompaniya Orex Petrolum hate kirin.

Xelatên xizmetgozariya sal û xelatê bidawî anîna kar û xelata hêbirînê jî pêşkêşî her yek ji kompaniyên National petroleum (NPC), kompaniya grup û DNO hatin pêşkêşkirin.
Top