• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em dest ji şandina petrola Herêma Kurdistanê bernadin

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em dest ji şandina petrola Herêma Kurdistanê bernadin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, tekez kir ku Herêma Kurdistanê dest ji şandina petrolê bo derve bernade, û got ku ev proje xizmeta hemû gelên Iraqê dike.

Di çarçoveya beşdarîkirin di konfransa petrol û gazê, ya ku îro (02.12.2013) li hewlêrê tê lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêşkir, bal kişand ser rêkeftina ku Herêma Kurdistanê û Turkiye di warê enerjiyê de îmzakirin û got “Gotûbêjên me digel Turkiye de avedan bûn, û dîroka van gotûbêjan bo meha Gulanê ya sala 2012an û Adara 2013an vedgere”.

Nêçîrvan Barzanî derbarê nerazîbûna Bexadyê li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê ragihand ku “ Herêma Kurdistanê dixwaze bi awayekî zelal gotûbêjan di vî warî encam bide”, herwiha got “Herêma Kurdistanê amadeye her gotûbêjekê li ser pirsa şandina petrola Herêmê bo bazarên cîhanê, digel Hikumeta Navendê de bike”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wek amajeyekê bo rêkeftina navbera Helwêr û Enqerayê got “Ev rêkeftin serkeftineke bo Iraq û Herêma Kurdistanê. ev prose her du aliyan kom dike. Lewra pêwîste em digel hevbeşên xwe yên Iraqê bighin encamekê, bo parvekirina dahatên Iraqê li gorî destûrê. Ji ber ku destur me û Bexdaiyê bi hevre kom dike. Lê heta niha Bexda bi awayekî merkezî hikumran dike”.

Nêçîrvan Barzanî behsa rijdbûna Herêma Kurdistanê li ser şandina petrolê dubare kir û wiha go “Kurd biryar daye û êdî venagere paş, û gefa rêkeftina me digel Turkiyê de li ser çi aliyekî nîne, û em ne amadene dest ji vê rêkeftinê berdin”.



Konfransa petrol û gazê li îro (02.12.2013) li peytexta Herêma Kurdistanê birêve diçe, û bo heyama 3ê rojan didome.

Rudaw
Top