Konferansa Petrol û Gazê ya Kurdistan dest pê kir
Sêyemîn Konferansa Petrol û Gazê ya Kurdistanê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir û çar rojan berdewam dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aşî Havramî û nûnerên 300 şirketan beşdarî konferansê bûn.
Di destpêka konferansê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û got: ‘’Em pêbendê destûrê ne û dahatê ligel Bexdayê parvedikin, bila ji bîra me jî neçe ku li gor destûrê mafê me ye danûstandinê bi çavkaniyên xwezayî bikin.
Basnews
