Rêveberê asayişa Silêmaniyê li ser bûyera vê sibê axivî
Rêveberê asayişa parêzgiha Silêmaniyê, emîd Hesen Nûrî li cihê bûyerê ji Rûdawê re ragihand:“Şeş xulek di navbera her du teqînan de hebûn, teqîna yekem demjimêr 07:31 li nêzîk Bazara Serçinar çebû, teqîna duyem demjimêr 07:37 li nêzîk rêsturanta Dawa li ser cadeya Qelîsan çêbuye”.
Herwiha emîd Hesen Nûrî tekez kirk u her du otombêl ji core Nîsan Petrol bûn, û bi bombeyên çandî hatine teqandin.
Derbarê cihê ku li pişt vê kiriyarê, navhatî wiha got :“Em bawerin ku ev kiriyar ji aliyê yek dest ve hatiye kirin”.
Rêveberê asayişa parêzgiha Silêmaniyê ragihand :“ Rewşa asayişa Silêmaniyê asayî ye, û bûyer di medyayan de tên mezin kirin”.
Rudaw
