• Thursday, 12 February 2026
logo

Demîrtaş: Êdî emê giraniyê bidin Azadkirina Ocalan

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Êdî emê giraniyê bidin Azadkirina Ocalan
Serok Wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan soz da welatiyên Turkiyê ku êdî agir dê nekeve nav mala tu kesî û em niha di qonaxa Proseya Aştiyê de ne û pêwîste em wê yekê biparêzin û em di parastina wê de jî bedewam bin.

Ji aliyekî dinve, Heserokê Partiya Aştiya û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di heyama pêkêşkirina gotarekê de di kongreya ciwanên partiya xwe ya duh li bajarê Amed`ê amaje bi Proseya Aştiyê li Turkiyê kir û got: Eger serokê Partiya Karkerên Kurdistan`ê Ebdula Ocalan neyê azad kirin, Proseya Aştiyê jî pêşve naçe.

Demîrtaş weha berdewam kir, Mirov nikare bi berdewamî bi hevdîtinekî di gel dewletê bide,di demekê de ku serokê gelekî di zîndanê de ye û wekî girtiyekî nêzî wî dibin lewra ev rewş, nayê pesendkirin ji ber vê çendê ewê di hevdîtinên dahatî de, giraniyê bidin mijara azadkirina serokê Partiya Karkerên Kurdistan`ê Ebdula Ocalan.

Xendan
Top