Zêbarî û Dawûdoxlu mijara wuzeyê gengeşe dikin
Ajansa Cîhan ya Turkî ragihand ku, çavkaniyên diplomasî li wezareta derve ya Turkiyê amaje bi wê yekê kiriye ku, herdu wezîran di peywendiya telefonî de behsa hevkariya du alî ya di warê wuzeyê de kirine û derbarê mijarên girêdayî hevkariya di navbera herdu aliyan de jî lihev kirine û di wê çarçoveyê de Wezîrê Wuzeya Turkiyê Taner Yildiz îro serdana Bexdadê kiriye.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, Dawûdoxlu û Zêbarî têkest kirin ku, serdana Yildiz bo Bexdad`ê ji bo pêşxistina di navbera herdu welatan de ya di warê wuzeyê de dê bi sûd be.
Xendan
