• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêbarî û Dawûdoxlu mijara wuzeyê gengeşe dikin

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Zêbarî û Dawûdoxlu mijara wuzeyê gengeşe dikin
Wezîrê Derve yê Turkiye Ehmed Dawûdoxlu Duh peywendiyeke telefonî digel hevtayê xwe Hoşyar Zêbarî kir ku, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û çendîn mijarên din yên girîng kirine.

Ajansa Cîhan ya Turkî ragihand ku, çavkaniyên diplomasî li wezareta derve ya Turkiyê amaje bi wê yekê kiriye ku, herdu wezîran di peywendiya telefonî de behsa hevkariya du alî ya di warê wuzeyê de kirine û derbarê mijarên girêdayî hevkariya di navbera herdu aliyan de jî lihev kirine û di wê çarçoveyê de Wezîrê Wuzeya Turkiyê Taner Yildiz îro serdana Bexdadê kiriye.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, Dawûdoxlu û Zêbarî têkest kirin ku, serdana Yildiz bo Bexdad`ê ji bo pêşxistina di navbera herdu welatan de ya di warê wuzeyê de dê bi sûd be.

Xendan
Top