Parlamenterekî Goran: Nabê em li dijî şandina petrola Herêma Kurdistanê rawestin
Elî Heme Salih, di gotarekê de ku di hejmara îro (02.12.2013) ya heftenameya Rûdawê de belavbûye dibêje,tevî rexne û tîbîniyên ku li ser şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re, lê nabe em li dijî vê rêkeftinê rawestin ji ber ku wê çend nifşên bê jî mifayê ji berhema wê werbigrin.
Salih ku di hilbijartinên xula çarem ya Parlamentoya Kurdistanê de, ku bi nêzîk 140 hezar deng gihişte parlamentiyê, dibîne ku pêwîste lêkolîn li ser şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bên kirin, wate lêkolîn li ser wê yekê bên kirin, gelo wê ev gav nebe sedema birîna budceya Herêma Kurdistnaê ji aliyê Hikumeta Iraqê.
Wî parlamentarê Bizava Goran daxwaz jî kiriye ku hûriyê rêkeftina navbera Hewlêr û Enqerayê ya di warê enerjiyê de di parlamentoyê de ji bo “hemûyan bê eşkere kirin”. Herwiha navhatî daxwaz dike ku yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ya sala 2007an bê cî bi cîkirin, ku giringtrîna xala wê yasayê damezrandina kompaniyayên petrolê û sindûqa dahatên petrolê ye.
Di baweriya Elî Heme Salih de “Ne zelalî” di doseya petrolê li Herêma Kurdistanê heye, lewra daxwaz dike ku “Mehane rêjeya firoştina petrol û gaze û pereyên wê, bê diyar kirin”, û pilan jib o xerçkirina wan pereyan jî bêy danîn.
Rudaw
