• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêxê: Em ne parçebûna Sûriyê, mafên miletbûnê dixwazin

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Şêxê: Em ne parçebûna Sûriyê, mafên miletbûnê dixwazin
Parêzera Kurd li Qamişlo Şehnaz Şêxê behsa xebatanên Navenda Lêkolînê ya Kurdî Jibo Rawêjkariya Yasayî ya Kurdên Sûriyê dike.

Parêzera Kurd li Qamişlo Şehnaz Şêxê ku li Navenda Lêkolînê ya Kurdî Jibo Rawêjkariya Yasayî ya Kurdên Sûriyê (YASA) xebatan dike behsa wan xebatan dike.

Ew dibêje, “xebatên me li ser qanûnan e ku em ne parçebûna Sûrîyê, mafên miletbûnê yên Kurdan dixwazin.”
Xanima Şêxê ji Dengê Amerîka re diyar dike, wan piştî ragihandina rêvebirîya demkî ji hêla qanûnî ve kêmasî dîtin ku ew dixwazin bi lêkolîn û xebatên xwe van kêmasiyan ji holê rakin.

Parêzer Şêxê balê dikişîne ser Rêvebiriya Demkî ku li Kurdistana Sûriyê hatiye ragihandin ku bibîr dixe, ew dixwazin bigihin nêrînên hevbeş û babetên nayên nîqaş kirin jî nîqaş bikin.
Top