Komkirina pereyan ji bo çêkirina mizgeftan qedexe ye
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqafê û Karûbarê Olî ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re got: ‘’Komkirina pereyan ji bo çêkirina mizgeftan an jî bo kirîna pêdiviyên mizgeftan qedexe ye.’‘
Neqişbendî wiha axifî: ‘’Ligel ku Wezareta Ewqafê hemû mela, xetîbên mizgeftên Kurdistanê û hemû ew kesên ku di çarçoveya karê xêrxwazî de mizgeftan çêdikin agahdar kirine ku qet çênabe ji bo çêkirina mizgeftan an jî kirîna pêdiviyên mizgeftan pere werin komkirin, lê mixabin niha jî şewazên cuda bo parskirin û komkirina pereyan heye, ji wan hinek xêrxwaz ku li Wezareta Ewqafê sozname tejî kirine ku dê mizgeftê li ser erka xwe çêbike, lê piştî bingehdanîn û destpêkirina projeya mizgeftê dest bi parskirinê dikin bo komkirina pereyan.’‘
Neqişbendî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Hinek mela û xetîbên mizgeftan jî ku di mizgeftên wan de jin jî bo nimêja înê amade dibin, rê didin jinekê ku di nav jinên mizgeftê de bigere û daxwaza hevkarî û pereyan ji wan bike bo kirîna pêdiviyên mizgeftê wek çawa roja înê li Mizgefta Rifaî ya taxa Niştiman a Hewlêrê tiştekî wiha qewimî û jinekê pere jinên amadebûyî komkirine, evna hemû berevajiya yasa û nesîhetên Wezareta Ewqafê ne û melayê mizgeftê ji karên wiha berpirs e. Herwiha navê wan jinan ji polîs û dadgehan re tê şandin ku li mizgeftan pereyan ji jinan kom dikin.’‘
Neqişbendî go divê hemû hevwelatî bizanin ku sindoqên hevkariyê yên piraniya mizgeftan hene ku melayên mizgeftan bi razîbûna rêveberiya ewqafê ya sînorê xwe daniye û divê çawahiya komkirin û xerckirina wê hevkariyê jî di çarçoveya yasayan de be.
Basnews
