• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêza Pêşmerge Xurmatû diparêze

Gulan Media December 1, 2013 Nûçe
Hêza Pêşmerge Xurmatû diparêze
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer eşkere kir ku niha polîsên amade yên Herêma Kurdistanê li nav qezaya Xurmatû ne û Hêza Pêşmerge jî derdora qezayê diparêzin.

Di civîneke çapemeniyê de Cebar Yawer ragehand ku niha zêdetir hêzên Herêma Kurdistanê qezaya Xurmatû diparêzin û got: ‘’Hêzên Pêşmerge jî li derdora qezayê hatine bicîhkirin û ewlekariya derveyê Xurmatû diparêzin.’‘

Yawer wiha axifî: ‘’Li nav qezaya Xurmatû hêza polîsên amade ya herêmê ku ser bi Wezareta Navxwe ya Kurdistanê ye û hêza asayîşa herêmê bi hevkariya hêza polîsên qezayê û yên İraqê, ewlekariya nav bajarê Xurmatû diparêzin.’‘

Qezaya Xurmatû yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê ye û di van demên dawî de gelek teqîn û karên terorîstî lê tên kirin, civata qezayê jî biryar da ku qezaya xwe ji ser parêzgeha Selahedîn bixin ser bajarê Kerkûkê. Herwiha qeymeqamê qezayê jî daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiribû daku qezaya wan biparêze.

Basnews
Top