• Thursday, 12 February 2026
logo

Konferansa Enerjiyê sibe dest pê dike

Gulan Media December 1, 2013 Nûçe
Konferansa Enerjiyê sibe dest pê dike
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî eşkere kir ku sibe li bajarê Hewlêrê Konferansa Enerjiyê dest pê dike. Gelek pisporên warê petrolê jî beşdarî konferansê dibin.
Hewramî da zanîn ku armanca konferansê pêşxistin û girîngîpêdana warê enerjiyê ye li Herêma Kurdistanê.

Biryar e nûnerên çendîn şirketên navxweyî û biyanî û pisporên warê petrol û enerjiyê beşdarî konferansê bibin. Herwiha tê çaverêkirin ku Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî beşdarî konferansê bibe.

Hêjayê bibîrxistinê ye roja 20.05.2012’ê bi slogana ‘’Ji Hewlêrê bo Cîhanê, Rêya Enerjiyê û Herêmê bo Pêşxistinê’ yekem Konferansa Navdewletî ya Enerjiyê li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxsitin.

Basnews
Top