Bi qasî 103 milyar dolaran ziyan gihiştiye Sûriyê
Li gor raporta wê navendê, 4 milyon û 400 hezar hemwelatiyên Sûriyê di bin xeta hejariyê de dijîn û rêjeya bêkariyê jî 48.6% ye.
Navendê di raporta xwe de ku bi alîkariya UNRWAyê amade kiriye, bal kişand ku 36.9% ji xelkê Sûriyê ji malên xwe derketine û li hunrdir û derveyî Sûriyê koçber bûne.
Di raportê de hatiye gotin ku hejmara kuştiyan di 6 mehên destpêka sala 2013an de bi rêya 67% zêde bûye û bi gihiştî zêdetirî 100 hezar ji adara sala 2011an de hatine kuştin.
Her li gor raporta wê saziyê ku navena wê li paytexta Sûriyê Şamê ye, nêzîkî 400 hezar kes li Sûriyê birîndar bûne.
Navendê ziyanên ku gihiştine gelê Sûriyê jî destnîşan kirne û got ku bi qasî 103.1 milyar dolar ziyan gihaye gelê Sûriyê.
Rudaw
