• Thursday, 12 February 2026
logo

Asayîşa PYD çalakvanekî Kurd li Kobanî girt

Gulan Media December 1, 2013 Nûçe
Asayîşa PYD çalakvanekî Kurd li Kobanî girt
Li bajarê Kobanî asayîşa PYD, ji ber ku partiya PYD rexne kiribû û kiryarên wê di cih de nedidît, çalakvanê Kurd yê ciwan û di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurd El Partî, Serdar Nasan girt.

Nasan, li ser ew rexneyên ku li ser Facebookê kiribûn hate girtin.

Dema ku ew ji bo biçe Tirkiyê, çûbû cem asayêşa PYD ji bo ku belgeya derbasbûnê bistîne, asayîşê ew girtibû.

Piştî ku ew hate girtin, hêzên asayîşê avêtine ser mala wî û hemû tiştên wî yên taybetî weke computer, nivîs, pirtûk û tiştên din girtin.

Serdar Nasan endamê Hevrêza Elend bû û xortekî gelekî çalak bû.

AVESTA KURD
Top