• Thursday, 12 February 2026
logo

Di mijdarê de, 948 kes li Iraqê hatin kuştin

Gulan Media December 1, 2013 Nûçe
Di mijdarê de, 948 kes li Iraqê hatin kuştin
Di meha mijdarê ya borî de, zêdetirî 900 kesî di encama êrşî û teqînan de li Iraqê hatine kuştin.

Li gor nûçeya ajansa AFP, di mijdarê de 948 kes hatine kuştin û piraniya wan hemwelatiyên sivîl in.

AFP diyar kir ku wê ew hejmara kuştiyan ji wezaretên Bergirî, Navxwe û Tenduristiyên yên Iraqê bi dest xistine.

Li gor amarên ku wê ajansê belav kirine, di nava kuştiyan de 852 sivîl. 53 polîs û 43 leşkerên iraqî hene.

Ev nêzîkî 7 mehane karên tundûtûjiyê li Iraqê zêde bûne û rojane bi dehan kes têne kuştin.

Îro jî kesekî xwekuj li bajarokê Miqdadiye li bakurê rojhailatê Bexdayê xwe teqand û di encam de herî kêm 10 kes hatine kuştin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, di cotmehê de 979 kes li Iraqê hatine kuştin û 1902 kes jî birîndar bûbûn.

Rudaw
Top