Mîranî: Em Barzanî rexne dikin û ew jî qebûl dike
Fazil Mîranî di hevpeyvîneke rojanmeya el-Şerq el-Ewset de mijarên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên di navbera PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Amedê û rewşa PDKê kir.
Derbarê avakirina hikûmeta nû de, Mîranî tekez kir ku ew mercên asteng û ji ti kes û aliyekî qebûl nakin û got “Partiyên ku di hilbijartinan de serkeftine dixwazin tevlî hikûmeta nû bibin û ev yek jî nîqaşekê derdixe hole, ji ber hinek di wê baweriyê de ne ku hikûmeteke bi vî awayî wê qels be û nikaribe erekên xwe pêk bîne, lê ez bi xwe dibînim ku hikûmeteke wiha wê erênî be”.
Mîranî herwiha diyar kir ku divê berjewendiya Herêma Kurdistanê li ser her berjewendiyeke din de be û got “Di pirsên ewlekariyê û wezaretên ewlekariyê de û yên ku dê van wezartetan werbigirin, pêwîste razîbûna Serokê Herêma Kurdistanê bê wergirtin”.
Mîranî bal kişand ku encamên hilbijartinên 21ê îlonê ku têde PDKê 38 kursî ji koma 111 kursyan bi dest xistin, ji bo partiya wî serkeftinek bû û wiha anî ziman: “Dibe ku xwestekên me ji vê yekê zêdetir bin, lê em û hevpeymanên xwe piraniya di nava parlamentoyê de pêk tînin û di dema krîzan de hevpeymanên me zêdetir dibin, çi YNKê yan jî ji partiyên din”.
Derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDKê û YNKê de, Sekreterê Polîtbîroya PDKê got “Ev rêkeftin ji bo niha û paşerojê jî pêwîst e, bendeke rêkeftinê heye ku dibêje ev rêkeftin wê berdewam bibe heta ku tevgera Kurd û Herêma Kurdistanê xwe di rewşeke ji niha baştir de bibîne, lê rewşa hîn ne pêşketî ye û pêwîstiya me bi berdewamiya rêkeftinê heye”.
Mîranî diyar kir ku PDKê dibîne ku YNKê hevpeymanê wê yê stratejîk û girîng e di vê qonaxê de.
Derbarê serdana 16ê mijdarê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo bajarê Amedê de, Mîranî red kirk u Barzanî wek Serokê PDKê hatibe vexwendin û axaftina xwe wiha domand: “Erdogan çend caran gotina Serok Baranî anî ser ziman û wek Serokê Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin. Her kes dizane ku Barzanî kî ye û çiqasî xelk rêz û hurmeta wî digire li Tirkiyê bi taybet”.
Sekreterê Polîtbîroya PDKê herwiha red kir ku Bazranî bi tena xwe biryarên partiyê dide û got “Em digel Serok nîqaşê dikin û hinek car em wî rexne dikin û ew kesekî rexneyan qebûl dike û gelek caran dest ji nêrîna xwe berdide”.
Fzazil Mîranî tekez kir ku kongreya PDKê wê di 14ê mijdara sala 2014an bê lidarxistin û berî wê bi 6 mehan dê amadekariyên kongreyê bêne kirin.
Mîranî herwiha got “Gelê Kurd ji sala 1975an de bi serkirdayetiya malbata Barzanî bo PDKê û tevgera kurdî razî bûye.
Derbarê metirsiyên Bexdayê li ser cudabûna Herêma Kurdistanê û ragihandine dewleteke serbixwe de, Mîranî got “Kurdek nîne ku serxwebûn û avakirina dewleta xwe naxwaze û serkirdatiya vî gelî jî jib o vê yekê xebat û têkoşîn kirine, lê ev yek ne hêsan e”.
Rudaw
