• Friday, 13 February 2026
logo

Teqîn û êrîşên terorîstî bûne beşek ji jiyana rojane ya Îraqê

Gulan Media November 30, 2013 Nûçe
Teqîn û êrîşên terorîstî bûne beşek ji jiyana rojane ya Îraqê
Di encama çend teqîn û êrîşên terorîstî de li Îraqê 28 kes bûne qurbanî.

Di vê derbarê de çand çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê ragehandin ku, Duh di encama êrîşeke çekdarî li bajarokê duceyêlê de 5 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, yek ji wan kesan birêveberê nivîsîngeha zaniyarî ya Doceyêlê Wadî Mezroî ye û 4an din jî polîsên heman birêveberatîne.

Ji aliyeke din ve her îro di encama teqîna 8 tirimbîlên bombekirî li Wasêt, Babîl û Necefê de herî kêm 4 kes hatine kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûne.

Her di vê derbarê de çavkaniyên tendirostî jî dibêjin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Top