Li Beyrûtê, konferasna Kurdan tê lidarxistin
Di konferansê de li ser Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, hate rawestadin.
Nivîskar, lêkolînvan, siyasetvan û akademisyenên ji her çar beşên Kurdistanê di konferansê de amade bûn û axaftinên xwe pêşkêşkirin.
Herwiha gelek ji welatên erebî û ewropî jî gelek lêkolîner û kesên ku ji nêzîk ve rewşa Kurdan dişopînin amade bûn.
Di konferansê de hemû alî di heman nêrînê de bûn ku modela Herêma Kurdistanê ji bo her sê beşên din yên Kuridstanê weke nimûne were dîtin û sûd ji wê tecrubeya serkeftî were girtin û herwiha di çareserkirina pirsa Kurd de li Kurdistanê, rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bilind hate nirxandin.
Di Konferansê de ku wê 3 rojan berdewam bike, li ser pêşeroja siyasî ya Kurdan li Rojhilata Navîn, wê bi ferehî were gotûbêjkirin.
Rudaw
