Li Tirgevera Ormiyê du kolberên kurd ji ber aşûtê mirin
Li gorî nûçeya malpera KurdPayê, du kolberên kurd ên bi navên Ferheng Fetahî û Yasir Ensarînejad ku xelkê gundê Xanegê yê devera Tirgevera Ormiyê ne, pêr êvarê di encama hatina aşûtê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeyê, di bûyerê de du kolberên din ên bi navên Semed Fetahî û Şerefet Esxberî bi tundî birîndar bûn û niha li nexweşxanê de ne.
Hat zanîn, Ferheng Fetahî nû zewicîbû lê ji ber jarî û belengaziyê kolberî dikir.
Rudaw
