Pêwîste hevsengiyek li navbera çanda hundir û derve de bê dirust kirin
Li destpêka hevdîtinê de ji aliyê Birêveberê Xwendingehê ve bi kurtî di derbarê raman û armanca vê serdanê û ezmûna wan axaftinek pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi vê serdanê nîşanda û li axaftina xwe de spasiya amadebûna wan û ji bo avêtina van hengavan kir. Her wiha dûpat li ser dakokîkirina daxwaziyên wan kir û ronahî kir ku pêwîste wekî tak û wekî grûp rêz li hest û hêviya wan xwendekaran bê girtin û cûreyek hevsengî li navbera çanda Kurdistanê û welatên ku ew têda jiyane dirust bikin ku bikarin rewşeke guncaw ji bo jiyan û xwendina wan ya li Kurdistanê pêkbînin.
Li dawiya hevdîtinê de dergeha pirsiyar û bersîvan li navbera Serokê Dîwan û Xwendekaran de hate vekirin û çendîn têbînî li vî warî de xistin rû. Her wiha mamosta û xwendekar jî ji vê serdanê gelek xweşhal bûn.
