Di vê derbarê de Berpirsên peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya hewlên xwe yên bin siya şîretên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de bo berfire kirina peywendiyên dîplomatîkî yên hikûmetê de nunereke nû bo hikûmeta Kurdistanê li Swêdê hatiye destnîşankirin.
Mistefa Eşkere kir ku, di çarçoveya siyaseta webûna Kurdistanê bo cîhana derve de hikûmet Şoreş Qadir Rehîm weke nunerê xwe yê li Swêdê dest nîşan kiriye.