Nêçîrvan Barzanî û Feridun Sinirlioglu civiyan
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de îro danê sibê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi Şewirmendê wezareta derve ya Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu re civiya.
Di vê civînê de ku, wezîrê çavkaniyên xwezayî û Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê jî têde beşdarbûn her du alî behsa çend mijar û babetên girîng yên girêdayî bi peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de kirin û tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de kirin.
Tê payîn ku, îşev Serokwezîrê Kurdistanê wegere Hewlêrê.
