• Thursday, 12 February 2026
logo

‘Min dê ligel Ahmet Kaya cih bigirta’

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
‘Min dê ligel Ahmet Kaya cih bigirta’
Hunermenda navdar Hulya Avşar jî tevlî nîqaşa derbarê Ahmet Kaya de bû ku sala 1999’ê di şeva xelatan a Komeleya Rojnamegerên Magazînê de ketibû ber êrîşan û got: ‘’Serdar Ortaç derket daxwaza lêborînê kir. Mirov dikarin xeletiyan bikin lê baş bû wê şevê ez ne li wir bûm, tekez min dê ligel Ahmet Kaya cîh bigirta.’‘

Derbarê wan kesên ku di şeva xelatan a Komeleya Rojnamegerên Magazînê de Ahmet Kaya protesto kiribûn, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nîqaşek dabû destpêkirin û gotibû; ‘’Dibêjin ku em wê kêliyê li tiwaletê yan li derve bûn, hey nizanim çi hun hemû li wir bûn.’‘ Di dawî de hunermenda navdar Hulya Avşar jî tevlî vê nîqaşê bû.

Di vê derbarê de Hulya Avşar axaftina hinek kesên navdar bibîr xist ku gotibûn; ‘Wê demê em li tiwaletê yan derve bûn û wiha axifî: ’‘Serdar Ortaç derket daxwaza lêborînê kir. Mirov dikarin xeletiyan bikin lê baş bû ku wê şevê ez ne li wir bûm, min dê tekez ligel Ahmet Kaya cih bigirta. Ezê li ser maseyê ligel wî rûniştibama! Bi wateya cudakarî çênebe. Tişta wê kêliyê Ahmet jî kir hinekî tund bû lê rexma Xwedê lê be, gelekî kêfa min jêre dihat ê hê jî bi kêf lê dihisênim. Lê Serdar jî çendîn car daxwaza lêborînê kir, ên me jî gelekî bê rehm in.’‘

Basnews
Top