• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka behsa girêbesta Kurdistan û Tirkiyê dike

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
Amerîka behsa girêbesta Kurdistan û Tirkiyê dike
Îdareya Amerîkayê ragehand ku ew bi hîç awayekî ne ligel hinardekirina derve ya petrola İraqê ne bê agahdarî û razîbûna hikûmeta navendî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psakî, di civîneke çapemeniyê de derbarê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û egera îmzekirina rêkeftinnameya navbera Tirkiye û Kurdistanê bo hinardekirina petrola Kurdistanê de, nerîna Amerîkayê eşkere kir.

Psaki got: ‘’Nerîna me neguheriye û em bi hî. awayekî piştgiriya hinardekirina derve ya petrola İraqê nakin, eger hikûmeta federal razîbûna xwe pêşan nede. Em berdewam hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî teşwîq dikin daku di vê mijarê de bigihin encamekê.’‘

Li gor hinek raportên ku di medyayê de hatine belavkirin, biryar e îro (28.11.2013) Barzanî û Erdogan rêkeftinnameyê îmze bikin û hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya nû ya navbera Kurdistanê û Tirkiyê de berî serê salê dest pê bike.

Basnews
Top