• Thursday, 12 February 2026
logo

Bajarokê Tiwêna ket bin kontrola YPGê

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
Bajarokê Tiwêna ket bin kontrola YPGê
Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê ragihand ku şervanên wan bajarokê Tiwêna yê ser bi bajarê Hesekê ve ji bin destê grûpên radîkal derxist.

Li gor nûçeya malpera fermî ya YPGê, îro saet 12.00 şervanên YPGê bajarokê Tiwêna yê li ser rêya Hesekê-Til Temir ji bin destê grûpên radîkal derxist û xiste bin kontrola xwe.

YPGê diyar kir ku bajarokê Tiwêna ev demeke grûpên radîkal wek navenda sereke li herêmê bikar tannin.

Ji aliyê din ve, ofîsa ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 11 hemwelatiyên Kurd ên ku li bajarokê Tiwêna ji aliyê grûpên radîkal ve hatibûn girtin, rizgar kirin.

Di daxuyaniyê de navê her yazdeh hemwelatiyên Kurd hatiye nivîsandin ku 5 ji herêm Kobanê, 2 ji Serêkaniyê, 3 ji Qamişlo û yek ji Amûdê ye. Duh jî YPGê ragihand ku wan rêya Til Bêder-Hesekê, gundên Elwan û Mişêrfa û herwiha çend navendên din ji bin kontrola grûpên radîkal derxistin û xistin bin kontrola xwe.

Li gor amarên ku YPGê dane, di wî şerî de 12 çekdarên radîkal hatine kuştin û şervanekî wan jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top