• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Rojava êdî zimanê Suryanî jî fermî ye

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
Li Rojava êdî zimanê Suryanî jî fermî ye
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zimanê Suryanî cara yekemîn di dibistanên fermî de wekî ders tê dayîn.

Saziya Zimanê Suryanî ya Rojava bi alîkariya Yekîtiya Mamosteyan a Rojava û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li 4 dibistanên fermî yên li bajarê Tirbespiyê dest bi dayîna dersên bi zimanê Suryanî kir. Li dibistanên Mecdel Şemis, Ehmed Mîzer Elgihêş, Xalid Bin El-Welîd û Fêsel Yûsif êdî zimanê Suryanî wekî dersên fermî tên dayîn. Destpêkê dê di hefteyê de 2 rojan dersên suryanî bêne dayîn û tê payîn ku di dema pêş de rojên dayîna dersan zêde bibe.

Derbarê mijarê de xwendekarên suryanî, kurd û ereb kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Di dema rêjîma Baas de hemû ziman hatibûn qedexekirin. Piştî şoreşa gel a Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî û niha jî zianê Suryanî bi awayekî fermî di dibistanan de tê dayîn.

Zimanê Suryanî di dema rêjîmê de di dibistanên taybet ên Suryaniyan û dêran de dihatin dayîn.

ANF
Top