Nêçîrvan Barzanî Li Tirkiyê: Me hevdîtinên gelekî baş kirin
Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana Enqereyê de, bi Sînîrlîoglû re şîv xwar û hevdîtin kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî û Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Barzanî, piştî şîvê bersiva pirsa rojnamevanan a derbarê hevdîtinên ku li Enqereyê de pêk anîne û got “Me hevdîtinên gelekî baş kirin. Min seredaneke xweş kir”.
Duh, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serowkezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re civiya.
Derbarê civînê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got ku civîn gelek erênî bû û nêrîna wan li ser piraniya pirsan wek hevdu bû.
Rudaw
