• Friday, 13 February 2026
logo

Ford: Em naxwazin xwîna Kurdan li Sûriyê bê rijandin

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
Ford: Em naxwazin xwîna Kurdan li Sûriyê bê rijandin
Balyozê Amerîka li Sûriyê Robert Ford diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyê di serdema desthilardariya Partiya Baes de gelek êş dîtiye û mafên Kurdan hatiye xwarin.

Robert Ford di hevpeyvîneke Tora Newroz a sûrî de got “Gelê Kurd li Sûriyê ji mafê wergirtina regezname û passportan û herwiha erdan hatibû bêpar kirin û di serdema Baes de gelek êş dîtine”.

Derbarê rêvebriya demî de ya ku ji aliyê PYDê û çend parî û aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de hatiye ragihandin, Ford got ku ew gaveke di demeke ne guncayî de hatiye avêtin û divê niha tevahiya hewlan ji bo hilweşandina rejîmê bêne dayî.

Ford diyar kir ku rejîmê gelek kes li navçeyên Hesekê û bakurê Sûriyê kuştine û eger ew rejîm neyê hilweşandina dê rewşa Sûriyê û di nav de navçeyên Kurd gelek xirabtir bibe.

Derbarê pirsekê de ku doza Kurd li Sûriyê û Iraqê wek heve û dibe ku çareserî jî wek hev be, Balyozê Amerîka li Sûriyê got “Min çend serdana Kurdistana Iraq kiriye û ez gelek kurdên li wir nas dikim û ez rêz li qurbaniyên gelê Kurdistanê digirim, lê ez hêvîdarim gelê Kurd li Sûriyê mîna gelê Kurd li Iraqê xwînê nerijîne û qurbaniyan nede”.

Robert Ford aşkere kir ku Amerîka piştgiriyeke madî pêşkêşî gelek grûpên civaka sivîl li Sûriyê û li navçeyan kurdî jî dike.

Rudaw
Top