Ford: Em naxwazin xwîna Kurdan li Sûriyê bê rijandin
Robert Ford di hevpeyvîneke Tora Newroz a sûrî de got “Gelê Kurd li Sûriyê ji mafê wergirtina regezname û passportan û herwiha erdan hatibû bêpar kirin û di serdema Baes de gelek êş dîtine”.
Derbarê rêvebriya demî de ya ku ji aliyê PYDê û çend parî û aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de hatiye ragihandin, Ford got ku ew gaveke di demeke ne guncayî de hatiye avêtin û divê niha tevahiya hewlan ji bo hilweşandina rejîmê bêne dayî.
Ford diyar kir ku rejîmê gelek kes li navçeyên Hesekê û bakurê Sûriyê kuştine û eger ew rejîm neyê hilweşandina dê rewşa Sûriyê û di nav de navçeyên Kurd gelek xirabtir bibe.
Derbarê pirsekê de ku doza Kurd li Sûriyê û Iraqê wek heve û dibe ku çareserî jî wek hev be, Balyozê Amerîka li Sûriyê got “Min çend serdana Kurdistana Iraq kiriye û ez gelek kurdên li wir nas dikim û ez rêz li qurbaniyên gelê Kurdistanê digirim, lê ez hêvîdarim gelê Kurd li Sûriyê mîna gelê Kurd li Iraqê xwînê nerijîne û qurbaniyan nede”.
Robert Ford aşkere kir ku Amerîka piştgiriyeke madî pêşkêşî gelek grûpên civaka sivîl li Sûriyê û li navçeyan kurdî jî dike.
Rudaw
