• Friday, 13 February 2026
logo

Tirkiyê û Îran dixwazin şerê li Sûriyê raweste

Gulan Media November 27, 2013 Nûçe
Tirkiyê û Îran dixwazin şerê li Sûriyê raweste
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku Îran û Tirkiyê dê hewl bidin berî lidarxistina kongreya Cenêv2 şerê li Sûriyê bê rawestandin.

Ajansa Mihir ya îranê belavkiriye ku Mihemed Cewad Zerîf di kongireyeke rojanmevaniyê de digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglo got “Em rewşa li Sûriyê bi dilgiraniyeke zêde dişopînin, min di serdana xwe ya bo Tirkiyê de ev pirs bi Davutoglo re gotbêj kir” Zerîf diyar kir ku helwestên Îran û Tirkiyê derbarê çareserkirina krîza Sûriyê di rêyên siyasî re hevpar in û got “Pêwîste hemû alî hevkar bin ji bo ku dîtina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê”.

Ji aliyê xwe Ehmed Davutoglo got “Gelê Sûriyê di rewşeke xirab de ye, lewra pêwîste şer bê rawestandin ji bo ku kongreya Cenêv2 serkeftî bibe”.

Kongirey Cenêv2 ya taybed bi çareserkirin kirîza Sûriyê ku ev nêzîkî 3 salan li wî welatî didome, wê di 22yê çileya sala 2014an bê lidarxistin.

Rejîma Sûriyê îro bi awayekî fermî ragihand ku ewê beşdarî kongreya Cenêv2 bibe. Hevpeymaniya opozîsyonê jî gotibû ku ewê beşdarî kongreyê bibe, lê çend merc ji bo beşdariya xwe diyarkiribû.

Rudaw
Top