• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Berî sersalê emê petrolê bişînin derve

Gulan Media November 27, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Berî sersalê emê petrolê bişînin derve
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê wê berî sersala 2014an di rêya Tikriyê re petrolê bişîne derve.

Şeva borî, Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya şandekê çû Tirkiyê û biryar e îro rêkeftina dawî derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tikriyê û ji wir bo bazarên cîhanê îmze bike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda ku hevaltiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dike ji Cîgirê Serokwezîr Îmas Ehmed, Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Biryar e îro çarşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê li paytexta Tirkiyê Enqere digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî wê bi awayekî fermî rêkeftina şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê îmze bike.

Piştî ku ji Enqere vegere, biryar e Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive û rêkeftina di navbera Hewlêr û Enqere de jê re ronî bike.

Rudaw
Top