Teqîneke xwekujî di nava rêzên hêzên pêşmerge yên li nawçeya Cebare de
Beregeha fewca 3 a ser bi hêzên 70 a wezareta pêşmerge dikeve nawçeya Cebare ya li qezaya Kifrî.
Di evê bareyê de Helgurd Mela Hikmet birêveberê hûşyarîya niştîmanî û ragihandina wezareta pêşmerge ragihandiye:´´ pêşnîvroja îro çareşembe 27/11/2013 kesekî xwekuj otomobîleke bombekirî bi karwaneke fewca 3 a lîwaya 136 a yekîneya 70 a li nahîyeya Cebare ve teqand û di encam de 10 kes birîndar bûn û kesekê jî gîyanê xwe ji dest da.´´
Helgurd Mela Hikmet herwisa ragihandiye, ku birîna çend kes ji birîndaran dijware û rewşa tendirustîya wan nebaş û necihgîre.
