• Friday, 13 February 2026
logo

Barzanî û Erdogan hinek rêkeftinan îmze dikin

Gulan Media November 26, 2013 Nûçe
Barzanî û Erdogan hinek rêkeftinan îmze dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca îmzekirina hinek rêkeftinan derbarê hinardekirina petrol û gaza Kurdistanê de bo Tirkiyê, diçe Enqerê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Tirkiyê dike û li Enqerê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive. Li gor agahiyên BasNewsê di vê serdanê de wê Barzanî û Erdogan hinek rêkeftinan îmze bikin.

Li gor raportên ku medya cîhanî jî belav kirine, hinardekirina-şandina petrola Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê dê bibe sedema serxwebûna aboriya Kurdistanê û evna jî pêgeha Herêma Kurdistanê di asta navnetewî de bihêz dike.

Li gor heman agahiyan, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî jî dê ligel Barzanî serdana Enqereyê bike û di meseleya hinardekirina petrol û gaza Kurdistanê de bo Tirkiyê hinek rêkeftin bên îmze kirin.

Basnews
Top