Tirkiyê: Leşkeran destavêtine 360 jin û zarokên Kurd
Li gor nûçeyeke ajansa Firatnewsê, li gor zanyariyan ji sala 1997`an û heta sala 2012`an, (363) jin û zarok rûbirûyê destdirêjî û destavêtina seksî ya serbaz, polîs û tîmên taybet yên Tirkiyê bûne.
Di dirêjahiya nûçeyê de hatiye: Li gor daxuyaniyên fermî yên dewleta Tirkiyê ku di mîdyayên xwe de belav kirine, di 15 salên borî (241) polîs, (91) serbaz, (17) tîmên taybet, (15) çete û (45) parêzvanên taybet li dem û cihên cuda de û bi taybetî jî li herêmên û bajarên bakûrî Kurdistanê destdirêjî kirine ser 9363) jin û dehan zarokên Kurd.
Wek nimûne, serbazên artêşa Tirkiyê li Çewlîkê, destavêtin ser zaroka (16) salî û li ser wê rûdanê (4) serbaz hatin girtin lê belê piştî lêpirsînê bi bê siza ew serbest hatin berdan.
Di meha sibatê sala 2013`an jî li gundê Xanika Şendo jî jineke genc piştî ku ji aliyê çeteyekî ve destdirêjiya wê hate kirinê û piştre jî ew jin bi kuştî tê dîtin, her weha piştî ku ew caş aşkira dibe lê bi fermana dozgerê giştî ew serbest hatiye berdan.
Zarokeka keç bi navê (T.T) behsa çîroka xwe dike û dibêje di sala 2008`an jiber ku wê kevir avêtiye polîsan ew hatiye girtin û sizayekî tund li ser wê birîne, lê belê li zîndanê de jî ji aliyê polîsan ve destdirêjî lê hatiye kirin. ew keç dibêje ku, dema ew hatiye girtin (16) salî buye.
Li gor nûçeya ajansê, (T.T) niha di nava rêzên gerîlayên PKK`ê de ye li çiyayên Kurdistanê û dibêje bisedan zarok li zîndanê hene rû bi rûyê eşkence û destdirêjiya seksî dibin, eve jî tenê ji bo wê yekê ye ku ew red dikin ku bibin sîxur li ser hevalên xwe.
Xendan
