“Dibe ku hejmara koçberên Rojava bigihe 500 hezar kes”
Dîndar Zêbarî di çarçoveya konferansekî taybet bi danîna stratejiyekê ji bo zîdetir alîkarîkirina koçberên Rojava de got ku civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar wek pêwîst alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê nekirine ji bo alîkarîkirina koçberên Rojava.
Zêbarî aşkere kir ku niha zêdetirî 250 hezar koçberên Rojava li Başûr hene û li gor amarên Neteweyên Yekbûyî û aliyên pêwendîdar dibe ku heta dawiya vê salê hejmara koçberên Rojava bigihe nêzîkî 500 hezar kes.
Dîndar Zêbarî herwiha got “Ev rêjeya mezin a koçberan û nebûna alîkariya navdewletî wiha kiriye ku barekî mezin bikeve ser mile saziyên Herêma Kurdistanê, tevî ku bandora wê ya rasterast li ser rewşa aborî û bazar jî heye”.
Cîgirê berpirsê têkiliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewketî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku alîkariyeke cidî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin û alîkariyeke madî ya zêdetir pêşkêşî koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê bikin.
Di civînê de ku nûnerên çend wezaretên hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî û çend rêxistinên navdewletî û navxweyî jî amade bûn, rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di alîkarîkirina koçberên Rojava de bilind hat nirxandin.
Rudaw
