• Friday, 13 February 2026
logo

Opozîsyon amadebûna Esed di Cenêv2 de red dike

Gulan Media November 26, 2013 Nûçe
Opozîsyon amadebûna Esed di Cenêv2 de red dike
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba tekez kir ku ew qebûl nakin Serokê Sûriyê Beşar Esed di kongreya Cenêv2 de amade bibe. Artêşa Azad jî ragihand ku ew tevlî kongreyê nabin.

Ehmed el-Cerba îro piştî hevdîtina xwe ya Serokê Komkara Erebî Nebîl el-Erebî daxwaz kir ku çekdarên Supayê Pasdarên Îranê û Hizbulahê Libnanê ji axa Sûriyê derkevin û ji hikûmeta Sûriyê jî xwest ku girtiyên jin û zarok berde.

Serokê hevpeymaniya opozîsyonê bang li civaka navdewletî kir ku wek amadekariyekê ji bo kongreya Cenêv2, rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê vekin.

Duh berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Kongreya Cenêv2 dê di 22yê çileya sala 2014an bê lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, Serokerkanê Artêşa Sûriyê ya Azad Selîm Idrîs ragihand ku şervanên wan tevlî kongreya Cenêv2 nabin û dê şer berdewam bikin heta ku rejîma Beşar Esed bê hilweşandin.

Selîm Idrîs ji televizyona el-Cezîre ya erebî re got “Rewş ji bo lidarxistina kongreyê ne guncayî ye, lewra Artêşa Azad û hêzên şoreşê tevlî kongreyê nabin”.

Idrîs diyar kir ku şervanên wî şer di dema danûstandinên kongreyê de yan jî piştre nasekinîn û tiştê li cem wan girîng ewe ku çekên pêwîst bi dest bixin.

Rudaw
Top