Nêzîkî 11 hezar jin li Sûriyê hatine kuştin
Rêxsitinê bi helkefta “Roja Cîhanî ya Nehêştina Tundiya li Dijî Jinan” raportek derbrê rewşa jinan li Sûriyê de belav kir.
Li gor wê raportê, nêzîkî 11 hezar jin ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara sala 2011an de hatine kuştin, herwiha 7500 jin rastî tundiya seksî hatine.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku 2 milyon û 100 jin di hundirê Sûriyê de koçber bûne û milyonek û 100 jin jî li derveyî Sûriyê koçber bûne.
Li gor amarên Tora Mafên Mirvan a Sûriyê, ji adara sala 2011an de û heta niha 10 hezar û 853 jin li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 3 hezar û 614 zarok bûn, herwiha 461 jin bi guleya nîşançiyan hatine kuştin.
Rêxistinê diyar kir ku 7500 jin rastî tundiya seksî hatine, ji wan 400 keçên di bin 18 salan re bûn û 850 halet jî di zindanên hêzên rejîmê de hatine qeydkirin.
Di raporta wê rêxistinê de hatiye gotin ku 4500 jin ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û ji wan 29 di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
