Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Palewanên Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de Palewanên Kurdistanê û şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşandan û her wiha ewe jî bi Serok Barzanî ragihandin ku ji bo wan şanaziyekî mezin û pêkhatina xewnek bû ku karîn ala Kurdistanê li qada werzîşa cîhanî de bilind bikin. Paşê Palewanên Kurdistanê bi kurtî behsa serdan û beşdarbûna xwe ya li pêşbaziya cîhanê kirin û her wiha nûnerên Yekîtiya Leşciwanên Kurdistanê û Lîjneya Paraolompî ya Kurdistanê Serok Barzanî ji çawayiya karubarê yekîtiyên xwe û bernameya xwe ya paşarojê û her wiha birêveçûna pêşbaziya palewanêtiya cîhanî ya leşciwanî ya li Herêma Kurdistanê ku biryare li sala pêş de bê encamdan agahdar kirin.
Li beranberde Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina palewanan û şanzdeh werzîşvanên Kurdistanê kir û ji bo serkeftina wan û wergirtina madalya zêrîn ya li qada werzîşa cîhanî de pîrozbahiyê li wan kir. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi wê yekê nîşanda ku gelê Kurdistanê xwedî qedeyên wiha bê ku bikarin nav û ala welatê xwe li cîhanê de bilind bikin. Di derbarê girîngiya werzîşê li jiyana siyasî de Serok Barzanî got: "Werzîş rêyekî gelek başe ji bo wê yekê bikarin peyama gelê xwe bi cîhanê bigihînin û li rêya werzîşê ve dikarin gelek bi başî xizmeta doza rewaya neteweya xwe bikin û gelek car xelk bi rêya werzîşvanan ve welatê xwe bi cîhanê baştir didin nasîn".
