Serok Barzanî: Tundûtîjî li dijî jinan li dijî jiyanê ye
Bi minasebeta roja cîhaniya dijatî kirina tundûtîjî li dijî jinan Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ew jî tekesta vê ye;
Tundûtîjî li dijî jinan bi her awayekî dibe bila bibe kiryareke namedeniyane, namirovane û dijî tevahiya pîwanên jiyanê ye.
Di civakekî de ku, jin nikarêbe bi asûdeyî û bextewerî jiyan bike û di bin zext û tundûtîjiyên ruhî û fîzîkî de be bêgoman di wê civaka han de tu carî pêşkeftin û asûdeyiya civakî nayê bidestxistin û jiyana malbetan ji dikeve ber gef û metirsiyan.
Hêvî dikim roja cîhaniya dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan bibe derfetek baş daku, hikûmet û saziyên medenî û navendên mîdiyayî û rewşenbîrî bikaribin hewl bo nehêştina tundûtîjiya dijî jinan bidin û destkeftên girîng bidest bixin.
Li welatê me de pareke gelek zêde ya tirajedî û zext û berxwedanê ketiye ber jinan, di rêya şoreş û azadîxwazî de qurbaniyên gelek mezin dane lewre mafê wane ku, bi awayekî wekhev di nava asûdeyî û bextewerî de bijîn û rêz ji daxwazên wan were girtin.
Erkê tevahiya me ye ku, hewl bo damezradina civakekî dûr ji tundûtîjî û cudatiya cinsî li dijî jinan bidin.
