• Thursday, 12 February 2026
logo

Barzanî û Newşîrwan Mistefa hevdû dibînin

Gulan Media November 25, 2013 Nûçe
Barzanî û Newşîrwan Mistefa hevdû dibînin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê digel Organîzatorê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa hevdîtin bike. Tê gotin di vê civînê de Barzanî dê “hinek peyaman” bide Newşîrwan Mistefa.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî îro (25.11.2013) li Pîrmama Hewlêrê digel Organîzatorê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa dicive.

Ev hevdîtin li ser daxwaza Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî pêk tê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Newşîrwan Mistefa dê bi tenê digel Barzanî hevdîtin pêk bîne û ti kesekî din ji tevgerê beşdarî civînê nabe. Newşîrwan Mistefa dê piştî hevdîtina Barzanî digel Nêçîrvan Barzanî jî hevdîtin pêk bîne û her du li ser pêkanîna hikûmeta nû û pişka Gorranê di hikûmetê de gotûbêj bikin.

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Gorranê Awat Şêx Cenab, derbarê hevdîtina Newşîrwan Mistefa û Barzanî de ji Rûdawê re got, eger hejmara wezaretên hikûmetê neyê guhertin wê çaxê divê 4 wezaretan bidin Gorranê ku yek jê divê wezaretên serekî bin.

Şêx Cenab her wiha anî ziman ku hevdîtina Barzanî û Newşîrwan Mistefa encamên erênî bixwe re tîne û wiha got: “Bi qasî ku em hevalê xwe (Newşîrwan Mistefa) nas dikin, bo her hevdîtinekê eger encamên wê hebe wê hevdîtinê pêk tîne lê eger encamên wê nebe naçe hevdîtinê.”

Li gorî wî berpirsê Gorranê, serdana Newşîrwan Mistefa ya Barzanî “di hemû şert û mercan” de baş e ji ber ku herî kêm dibe sedema heliyana bûza navbera Gorran û PDKê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Newşîrwan Mistefa dê di hevdîtina digel Barzanî de wî piştras bike ku eger Gorran tevlî hikûmetê bû êdî venakişe. Ev piştrastkirin ji ber wê girîng e ku beriya niha PDKê fikara xwe li hember egera vekişîna Gorranê ji hikûmetê anîbû ziman.

Rudaw
Top