Nêçîrvan Barzanî sibê diçe Tirkiyê
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (26.11.2013) serdana Enqerê bike û bi Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re hevdîtin bike.
Li gor agahîn Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di wê serdana xwe de bi awayekî fermî girêbestekî ji bo şandina neftê bi rêya boriya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, ku ber bi xilasbûnê ve diçe, îmze bike û nefta Kurdistanê dê ji Tirkiyê ve derbasî welatên din ên cîhanê bibe.
Nêçîrvan Barzanî dema ji Enqerê vegeriya dê serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive û behsa peymana navbera Herêma Kurdistan û Enqerê bikin.
Rudaw
