• Thursday, 12 February 2026
logo

Bulent Arinç: Divê hatina Barzanî BDP’ê aciz neke

Gulan Media November 24, 2013 Nûçe
Bulent Arinç: Divê hatina Barzanî BDP’ê aciz neke
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ragehand ku divê BDP ji hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Amedê aciz nebe. Arinç, piştgîrî li serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Amedê kir ku ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî merasîmekê li Amedê bû û nerazîbûna BDP’ê ya ji vê serdanê jî rexne kir.

Bulent Arinç ji Amerîkayê ve beşdarî bernameya zindî ya TRT Haber bû û derbarê nerazîbûna BDP’ê ya li hember serdana Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ya bo Amedê de axivî.

Arinç wiha got: "BDP’yiyan anîn ziman ku hatina rêzdar Barzanî bo Tirkiyê û piştgirîkirina wî ya ‘pêvajoya çareseriyê’ xelet e; Wek bibêjin ket pêşiya Ocalan; bi rastî ez van axaftinan gelekî şaş dibînim. Ji ber ew hemû yên van rexneyan dikin car car dema tengav dibin yekser diçin Bakurê İraqê û li Hewlêrê serdana Barzanî dikirin. Barzanî ji bo wan gelekî girîng bû; Axaftina wî, tevgera wî, îmkanên ku didan wan gelekî girîng bûn, bazdidan û diçûn bihev re wêne digirtin. Lê wiha dixwiye hatina Barzanî bo Tirkiyê û cîhgirtina wî ligel birêz Serokwezîrê me ew gelekî aciz kirine. Divê qet wan aciz neke, evna hesûdiyeke nizanim lê dema Barzanî hat çû serdana şaredariyê jî, ligel parlamenteran jî rûnişt û axaftinên wî yên piştî wan hevdîtinan ligel ên meydana mîtingê yek bûn. Çima ji vêna aciz dibin, çima hesûdiyê dikin û yan jî çima rexne dikin bi rastî divê mirov berê xwe bide axaftinên wan. Em pêvajoya çareseriyê ligel xelkê birêve dibin, ger siyasetmedarên BDP’yî piştgiriya vêna bikin gelekî baş e; lê bikin kelem dê gel wan derbas bike."

Basnews
Top