Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
Îro li Hewlêrê civata wezîran ya Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr civiya.
Di destpêka civîna han de behsa hilbijartinên 21ê Eylûlê ya parlementoya Kurdistanê hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, her çend kemanî û kemasî jî hebûbin lêbelê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bi awayekî giştî hilbijartinên serkeftî û demokratîk bûn û ew yek jî hate îsbatkirin ku, rojbiroj çanda hilbijartin û demokrasî li Kurdistanê de bihzêtir dibe.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, tevahiya part û aliyên ku, beşdariya hilbijartinên parlementoyê kirine dixwazin di nava hikûmeta nû de beşdar bibin lewre em jî dixwazin ku, bernameyeke hevbeş hebe bo damezrandina hikûmeta nû.
Derbarê hikûmeta nû de jî Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, çar sala nû ya hikûmetê vê bibe çar sala awedankirin û bidamezraweyî kirina hikûmet lewre em jî dixwazin tevahiya aliyan beşdariya hikûmeta nû bikin lêbelê emê bi ti awayî mercên ti kes anjî aliyekî qebûl nakin.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, projeya boriya petrolê ya navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hêdî hêdî bi dawî dibe û wezîrê çavkaniyên xwezayî ligel tîma xwe ya taybet li ser projeya han gelek bi cidî kar dikin û tê payîn destpêka sala nû ew projeya han destbikar bike lewre bo giftûgo kirin di wê derbarê de di demeke nêz de serdana Bexdayê dikim û naveroka proje û peymana han ji hikûmeta fedral re şîrove dikim.
Di beşeke din ya civîna han de li ser daxwaza Serokatiya Kurdistanê giftûgo li ser şandina ciwanên Kurdistanê bo Cîhad li Sûriyayê jî hate kirin û civata wezîran biryar da daku, komîteyeke taybetî bi Serokatiya wezîrê navxwe dabimezrîne û ew komîteya han dest bi lêkolînên taybet di wê warî de bike û hewl bo dîtina çareseriyek bo pêşî girtin ji şandina ciwanên Kurd bide.
