Tevgera Îslamî hê xwe yekalî nekiriye
Piştî civînê di press konferansekê de Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Mela Elî naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.
Di civîna çapemeniyê de Îrfan Mela Elî got: ‘’Wek Tevgera Îslamî me hê biryara xwe nedaye ka beşdarî hikûmetê bibin an na, niha hê zûye bo wê biryarê. Hêviya me ew e kabîne heştem ya ji heftem bihêztir be û karên cidî bike bo hevwelatiyên Kurdistanê.
Hevdem Namzetê PDK’ê bo pêkanîna kabîneya nû Nêçîrvan Barzanî jî wiha axifî: ‘’Di hilbijartinê de ne tenê ew her pênc alî (PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Komela Îslamî) biser ketin, lê hemû Kurdistan biser ket. Hêviya me jî ew e ku Kurdistanê ber bi qonaxeke nûtir ve bibin.’‘
Bas
