• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa ewlehiya Silêmaniyê xeta sor e

Gulan Media November 24, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Rewşa ewlehiya Silêmaniyê xeta sor e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku mafê ti hêz û aliyekî nîne rewşa ewlehiya Silêmaniyê aloz bike û wiha got: “Ewlehiya Silêmaniyê ji bo me xeta sor e û kîjan hêz û alî vê xetê derbas bike em çavên xwe jê re nagirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro wek namzedê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû digel berpirsên Partiya Şûî (komonîst) ya Kurdistanê hevdîtin pêk anîn, di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir ku derheqê pêkanîna hikûmetê de nêrînên wan û partiya Şûî nêzîkî hevdû ne.

Nêçîrvan Barzanî paşê bersiva pirsên rojnamevanan yên li ser rewşa ewlehiyê ya Silêmaniyê ku vê dawiyê aloz bûye, da û ragihand, alozkirina rewşa ewlehiyê ya Silêmaniyê nayê qebûlkirin ji ber ku rewşa ewlehiya Silêmaniyê xeta sor e û yên ku vê xetê derbas bikin ew çavên xwe jê re nagirin.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku hikûmet hewl dide hemû hêz û aliyên siyasî nêzîkî hevdû bike û wiha got: “Aram û ewlehiya her devereke Herêma Kurdistanê erka me ye.”

Bi fermana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karûbarên Navxwe Kerîm Şingalî bo şopandina rewşa ewlehiyê û lêkolîna bûyerên vê dawiyê li Silêmaniyê qewimîne, îro çû Silêmaniyê.

Şingalî ji Rûdawê re ragihand ku dê digel Lêjneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê bicivin û li ser bûyerên vê dawiyê lêkolînan bikin.

Li gorî agahiyan, di nav 15 rojên borî de herî kêm 6 kes li Silêmaniyê bi awayên cur bi cur hatine kuştin. Bûyera dawî kuştina berpirsê pasewanên Talebanî, Serwert Heme Reşîd bû.

Rudaw
Top