• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Qamişlo 3 teqîn çêbûn

Gulan Media November 24, 2013 Nûçe
Li Qamişlo 3 teqîn çêbûn
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berî demjimêrekê sê teqîn çêbûn û di encamê de herî kêm 4 kes mirin û gellek kes jî birîndar bûn.



Şecêdin li bajarê Qamişlo û derdora wê sê teqîn çêbûn ku teqîna yekem li gundê Tilmarûfê yê nêzîkî bajêr, ya duyem li Meydana Zorê ya bajêr û teqîna sêyem jî ku teqîneke xwekujî bû, li taxa Qenatsiwêsê li nêzîkî asaiyşa PYDê rû da.

Li gorî agahiyên nûçgihanê Rûdawê, heta niha di teqînan de 4 kesan jiyana xwe jidest dane û bi dehan birîndar hene.

Ji aliyekî din, li gorî nûçeya ANFê, di nav miriyan de 2 endamên asayişa PYDê hene.

Hat gotin ji ber teqînan tirsek mezin ketiye nav xelkê bajêr.

Rudaw
Top